Adar 11, 2021 02:00 Asia/Tehran
  • Pîrozkirina Eyda Mebesa Pêxemberê hêja yê Îslamê (S)

Îro pêncşemê 27 meha Receba sala 1442 H-Q beranberî 11 Adara 2021 salroja beseta pêxemberê hêja yê Îslamê Hz. Muhemedê Mustefa (S) ye.

Li salvegera Beseta pêxemberê mezin û hêja yê Îslamê Hezretê Muhemed Mustefa (S) seranserî Îrana îslamî cejn û şahî ye.

Eyda Mebesê rojek e ku Pêxembe hêja yê Îslamê ji aliyê Xwedê teala bona pêxemberiyê hate bijartin û ji aliyê Xwedê teala wezîfedar bû ku xelkê alemê bîne ser riya rastî û dirustiyê.

Beseta Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) bû destpêka riyekê da ku mirov ji şirk, neheqî, cûdakarî, nezanî û gendeliyê derkeve û ber bi yektaperêzî, manewiyet, edalet û şerafetê ve biçe.

Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) bi mûcîzeya Qurana Pîroz wekî pirtûkek herî baş û tekûz a esmanî û Îlahî hat û bû qasidê Xwedê teala ku mirov berbi ronahiyê rênimûniyê bike û nirxên mirovahiyê fêrî mirov bike da ku ew bigihêje jiyana kamil û bextewer.

Radyo-televîzyona Komara Îslamî ya Îranê jî beseta Hezretê Muhemed Mustefa(s) pîrozbahiyê dibêje hemû misilman û azadîxwazên cîhanê.

Serepeyv