Komploya revandina balafirek Îranî ya ya rêhewaya Ehwaz-Meşhedê hate pûç kirin
Bingeha agahdarî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ragihand ku hêzên Yekîneya Ewlehiya Firînê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî pilanek revandina balafirek ku ji Ehwazê (başûrê Îranê) ber bi Meşhed (bakûrê rojhilatê Îranê) ve diçû pûç kirin.
Li gor IRNA, Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî îro bi daxuyaniyekê ragihand: Komploya revandina balafirek Fokker 100 a Îran Air, ku şeva Pêncşemê bi fîrîna jimare 334 saet 10:10 PM ji Balafirgeha Ehwazê ber bi Meşheda Pîroz ve firiya, bi hişyariya Pasdarên Inqilaba Îslamî, li balafirgehali Esfahanê ( Navenda Îranê) danî û bi girtina sebebkarê vê revandinê ev komplo bê encam ma.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku li gorî gotina berpirsiyarê vê komployê, wî dixwest balafirê li balafirgeha yek ji welatên li peravên başûrê Kendava Farisî dayne.
Herwiha hate ragihandinê ku gişt rûniştî û rêwiyên vê balafirê sax û selamet in û bi balefireke din çûn bajarê meqseda xwe.