Rûhanî: Amerîka erkdar e bi rakirina hemî boykotan û bexwegirtina tevdîrên pratîkî vegere Peymana Navokî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîka erkdar e bi rakirina hemî boykotan û berxwegirtina tevdîrên pratîkî vegere Peymana Navokî, ji ber ku ev erkeke dewletî ye ku wê binpê kiriye.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di çardehemîn civîna Serokên Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) ku bi dirûşmeya "Hevkariya aborî ya navçeyî di serdema Piştî Koronayê da" bi awayê înternetî û bi beûşdariya serokên 10 welatan hat lidarxistin, got: Civata navneteweyî şehedê şêwaza neqanûnî û şerê giştalî yê dewleta Amerîklayê dijî Îranê di çar salên borî da bûye.
Wî got: Kiryarên neqanûnî yên yekalî yên Amerîkayê jibo teslîmkriina gelê mezin ê Îranê ser neketiye û tevî tehemilkirina zextên giran ên aborî, vî gelê mezin bi palpiştiya vîn û şiyana xwe ya hundirîn serketinên berbiçav û destkeftên mezin ji wan di warê têkoşîna dijî Kovîd-19ê û dûhatên wê bi dest xistine.