Sibat 20, 2021 18:40 Asia/Tehran
  • Vekolandina dosyeya bûyera balefira ukraynî di Dadseraya leşkerî ya Îranê da bi dawî hat

Serokê Rêxistina Dadweriyê ya Hêzên çekdar ên Îranê got: Vekolandina dosyeya bûyera ketina balefira ukraynî di Dadseraya Leşkerî da bi dawî hatiye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hucet ul-islam wel-muslimîn Şukrullah Behramî, Serokê Rêxistina Dadweriyê ya Hêzên çekdar ên Îranê di civîna digel kedkarên Dadseraya Leşkerî ya şaristana Şahrûdê da got: Bi bidawîhatina vekolandina dosyeya ketina balefira ukraynî di dadseraya leşkerî da, ev dosye aniha di qonaxa amadekirina daxwaza cezayê ye.

Wî got: Vekolandina vê dosyeyê piştî derbaskirina qonaxa seretayî ya dadgehê bi amadebûna tawanbar û malbatên goriyan (Ewliya Dem) çi li hndir û çi li derveyî welêt dê dest pê bibe.

 

Serepeyv