Îran û Iraq li ser hevkariya dadweriyê sê rêkeftinên têgihiştinê îmza kirin
Rayedarên îranî û iraqî yên dadweriyê li ser hevkariya dadweriyê sê rêkeftinên têgihiştinê îmza kirin.
Li gorî IRNA-yê îro Sêşemiyê, her sê rêkeftinên lihevtêgihiştinê piştî civînek huqûqî di navbera karbidestên dadwerî yên her du welatan bi amadebûna hucet-ul-îslam wel-muslimîn "Îbrahîm Reîsî" serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê û "Faêq Zîdan" serokê Encumena bilind a Dadweriya Iraqê hatin imza kirin. "
Rêkeftinên Têgihiştinê li ser Hevkariya Dadwerî ya ku ji hêla Dozgerên Giştî yên her du welatan ve hatin îmzekirin, Rêkeftina Têgihiştinê derbarê rêxistina Lêgerîn û Teftîşê ji hêla Wezîrê Dadê yê Iraqê û serokê Rêxistina Teftîşa Îranê hatî îmzekirin û Rêkeftina Têgehêştinê ya sêyemîn derbarê zîndanên du welatan jî ji aliyê Îranê serokê rêxistina zîndanên Îranê ew îmze kir.
Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê û şandeya pê re îro Sêşemê seredana Muzeya Destketiyên Dadweriya Iraqê jî kirin.
Ev pêşangeh meselên wekî mêjûya damezrandina dadweriya Iraqê di sedsalên borî de digire ber xwe,yên wekî biryarên dadwerî yên dîrokî.
Di beşek pêşangehê de hin amûrên cinayetê yên koma terorîst a DAIŞê tê de hatibûn nîşan dan.
Serokê dadweriya Îranê şeva Duşemê li ser vexwendina fermî ya Faiq Zidan, serokê Civata Dadweriya Bilind a Iraqê, gihêşte Bexdayê û biryar e digel serokomar Berhem Salih, serokwezîr Mustafa el-Kazimî û serokê perlemana Iraqê Muhemed el- Helbûsî re bicive û bi wan re gotûbêjê bike.