Sibat 03, 2021 23:38 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Ekîba keştiya Koreyî ya hatî binçavkirin azad e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: "Bi fermana dozgerî, kedkarên keştiya Koreyî ya binçavkirî dikarin bi azadî ji Îranê derkevin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro çarşemê li pres-konferansa xwe li Bender-Ebas got: Sefîrê Koreya Başûr duh derheq azadbûna kedkarên gemiya vî welatî hat agahdarkirin û ji îro pê ve, kedkarên hanê ger bixwazin dikarin ji Îranê derkevin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê  derbarê nexşeya aşitiya Hormizê de jî got: "Ev pilan li ser bingeha mekanîzmayên herêmî yên ewlehiya navçê ye û ji bo hêsankirina gotûbêjên nav-deverî hatiye amadekirin.

Xetîbzade herwiha got: Hûrgulîyên vê pilanê ji welatên herêmê re hatine şandin, lê hin welatan di vî warî de hevkarî nekirin.

Serepeyv