Sibat 03, 2021 19:22 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Nêrîna Îslamê  û Komara Îslamî li jinan, nêrîna rêzgirtin û tekrîmê ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi ciyawziya bingehîn a nêrîna Îslamê û welatên rojavayî di mijara jinan da, got: Nêrîna Îslamê û Komara Îslamî li jinan, nêrîna rêzgirtin û tekrîmê ye, di halekî da ku nêrîna heyî li welatên rojavayî, nêrîna amûrî û dîtina jinê wek kelûpel e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha îro Çarşemiyê di civîna vîdyoyî digel komeke pesnbêjên Ehlê Beytê (S) tevî pîrozkirina jidayîkbûna Hezreta Zehrayê (S) û bi boneya rêzgirtina cîgeha jinan û dayîkan, her wiha salvegera Jidayîkbûna Îmam Xumeynî (RE) û Dehrojiya Pîroz a Fecrê, got: Li Îslamê jinan û mêran ji hêla nirêxên Xwedayî û mirovî tu ciyawaziyek tunen, helbet di kêleka erkên hevpar da, her yek ji jin û mêran erkên taybet hene û ji ber vê yekê ye ku Xwedayê mezin  çawaniya wan a bedenî li gorî van erkên taybet çêkiriye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Em şanaziyê bi nêrîna Îslamê li jinan dikin û li hemberî nêrîna welatên rojavayî li jinan û şêwaza jiyanê, serdanpê em itiraz in.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi propagandaya welatên rojavayî derbarê vêya klu Îslam û Hicaba îslamî rê li ber pêşketina jinan digire, got: Ev dereweke tam e û hegera berbiçav a nerastbûna wê nêrînê, rewşa Jinan li Komara Îslamî ye.

Wî her wiha got: Li Îranê di tu qonaxeke dîrokîda heta vê astê jinên xwende û çalak di warên cûrbecûr ên civakî, çandî û hunerî, zanistî, siyasî û aborî da nebûne û ev gişt ji ber bereketa Komara Îslamî ne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nêrîna Îslamê li bara jinan çêker û amadekera zemîneyê jibo girîngbûna rola malbatê û dayîkan da zanîn û tevî pêgiriya li ser vêya ku bihêztirîn bingehên perwerdehiya fikrî û rûhî û fezaya herî rast a semîmiyetê li malbatê pêk tê, got: Rêxistinên propagandayî yên welatên rojavayî û mixabin hin kesên bin bandora welatên rojavayî li hundir hewil didin ku rola bingehîn a dayîkê li malbatê kêm kin an ji holê rakin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezreta Zehrayê û Hezretê Elî û zarokên wan ên hêja mînakeke pirr baş ji malbateke îslamî dan zanîn û mînakgirtina hevrêtî, hevdilî, ixlas û têkoşîna wan hêjayan dikare civata îslamî bigihîne asta herî jorîn.

 

Serepeyv