Çile 26, 2021 18:00 Asia/Tehran
  • Zerîf dema gihîştina xwe ya Moskowê: Hewldana Îranê jibo damezrandina hevalbendiyek şeşalî li Qafqasyayê ye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku Tehran li dû damezrandina yekîtiyek hevkariyê ya şeşalî ye li herêma Qafqasyayê.

Li gor IRNA, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro dema gihîştina xwe ya Moskowê got: Tehran dixwaze li herêmê yekîtiyek hevkariyê ya şeşalî ava bike û ev armanca herî girîng a gera herêmî ya welatên Qafqasya ye.

Zerîf amaje bi kûrbûna peywendiyên stratejîk ên navbera Tehran û Moskowê kir û got: "Di vê serdanê de, ew ê digel wezîrê karên derve yê Rûsî li ser geşedanên li herêmê, nemaze pirsgirêka Qerebax, Lihevkirina Navokî, têkiliyên dualî û pirsgirêkên navneteweyî yên wekî Sûriye, Efganistan û Yemenê bişêwire. "

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku ew ê digel wezîrê karên derve yê Rusya rewşa navneteweyî, Peymana Navokî û hewcedariya pêkanîna sozên hemî aliyên vê lihevkirinê gotûbêj bike, wî herwiha got: hewcedariya cîbicîkirina sozên li gor Lihevkirina Navokî ji hêla hemî aliyan ve, rewşa herêmî wekî ya Afganistan, Sûriye û Yemenê mijarên herî girîng hevkariya Îran û Rûsyayê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di çarçova gera xwe ya herêmî de vê sibehê (Sêşem) çû Moskowê.

Serepeyv