Çile 17, 2021 12:52 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Doza keştiya Koreya Başûr di bin lêpirsîna dadwerî de ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: "Doza keştiya Koreyî ya ku ji ber qirêjkirina hawîrdorê di nav avên Kendava Farisî de li gorî biryara rayedarê dadweriyê hatibû rawestandin, di ber lêpirsînê de ye."

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di bersiva pirsa nûçegihanan de derbarê Keştiya Koreya Başûr ya ku ji ber qirêjkirina hawîrdorê di nav avên Kendava Farisî de li gorî biryara rayedarê dadweriyê hatibû rawestandin got: Helwêst û biryarên teşkîlata dadweriya Îranê tenê bi riya berdevkê vê teşkîlatê têne ragihandin û daxuyaniyên kesên neberpirsiyar di vî warî de bê erziş in.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: her biryarek di derheqê keştiya Koreyî de maye ser biryara karbidestên dadwerê.

Duşemî, 4 Çileyê, Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, li gor biryara rayedarê dadweriya Îranê keştiyek Koreya Başûr ya bi navê Hankuk CHEMI ku barê wê 7200 ton madên kîmyewî yên neftê bye ji ber binpêkirina protokolên hawîrdorê yên li Kendava Farisê da rawestandin.

Ev keştî naha li Bender Ebbas a başûrê Îranê, hatiye ragirtin.

Serepeyv