Tetdbîqata Pêxemberê Ezem(S) ya 15-an ji bo nimandina viyana qahêm a netewê Îranê
Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got: "Vîna xurt a gelê Îranê di parastina nirxên xwe yên bingehîn de bi operasyonên mûşek û balafirên bêmirov hate nimandin."
Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê serdar serleşker Husên Selamî îro derbarê Tedbîqata Pêxemberê Ezem(S) ya 15-an diyar kir ku di vê tetdbîqatê de rahênan û meşqa şervaniya hevpar a mûşekan û balafirên bêmirov di qadeke berfire hat encam dan.
Serdar Swlamî herwiha got: Peyama vê tetbîqatê îqtidar û îradeya biryardar a Komara Îslamî ya Îranê ye ku ji bo parastina serweriya neteweyî, parastina pergala pîroz a Komara Îslamî û nirxên pîroz li hemberî dijminên Îslam û Îranê tê bikar anîn.
Serdar Swlamîdesnîşan kir ku li qonaxa yekem a Tetdbîqata Pêxemberê Ezem(S) ya 15-an gelek balafirên bêmirov ên pêşketî ji babeta birêveberî û kontrolê û xwediya huşê çêkirî li şopandina hedef li kêleka bikaranîna mûşekên balestîk û roxandina hedefên dijmin, hatin cerbandin.
Qonaxa yekem a Tetdbîqata Pêxemberê Ezem(S) ya 15-an li qada giştî ya Çolistana Navîn a Îranê bi pêkanîna operasiyona mûşekî û balafirên bêpîlot a tevlihev a ji hêla Hêza Hewayî ya Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ve hat meşandin.