Destpêbûna tetbîqata îqtidar û karîna deryayî ya 99emîn a Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê
Tetbîqata deryayî ya 99emîn a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li qeraxên Mekran û Bakurê Oqyanûsa Hindê dest pê kir.
Li gorî IRNAyê, tetbîqata qawet û karîna deryayî ya 99emîn Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê îro Çarşemê li peravên Mekran û Bakurê Oqyanûsa Hindî dest pê kir.
Di gava yekem a tetbîqatê de, ya ku ji nişka ve pêk hat, yekîneyên rûavê, binavê û firînê yên artêşê li qada giştî ya tetbîqatê hatin bicîh kirin da ku li dijî senaryoya pêşbînkirî rahênanên xwe yên pispor cih bînin û bidomînin.
Avêtina moşekên Cruise yên erd-erdê, avêtina torpîlên (mûşekên binderyayî) ji binavên behrê yên xwecihî, perwerdehiya pisporî ya tîmên operasiyonên taybet ên li perav û behrê, her wiha operasyonên balafirên bêmirov û Cengal beşên din ên vê tetbîqatê ne.
Admiral Hemzeh Elî Kavyanî, berdevkê Tedbîqata 99mîn a Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, di derheqê tetbîqatê de got: "Ev tetbîqat ji nişka ve pêk tê û ji dema agahdarkirina yekîneyên beşdar di demeke kurt ew ê li deverê amade bibin û ji bo cihanîna wezîfeya xwe di amadetiya tam de bibin."