Heta îro 12ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 88 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 299 hezar û 22 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 88 hezar û 456 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6408 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 299 hezar û 22 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 98 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 56 hezar û 360 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 91 miliyon kesî.
Amerîka bi zêde ji 23 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 385 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.