Çile 11, 2021 14:16 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Îran dêxwe li ber zextên çêkirî yên hêmanên îflasbûyî natewîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: "Îran, wekî hukûmetek berpirsiyar û di çarçoveyek teknîkî û serbixwe de, berpirsyar e bersiva ketina balafira Ukrayna bide û nakeve bin bandora kiryarên siyasî û zextên çêkirî yên hêmanên îflasbûyî."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro li civîna xwe ya bi nûçegihanan re derbarê jetina balafira Ukraynayê got: Pêvajoya dadwerî ya tawanbarên vê qezayê li gorî rêzikname û qayide û qiraran tê şopandin û bi cidî berdewam dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: "Li gorî pêveka 13-an a Peymana Chicago, Îranê wezîfedar bû ku rapora xwe ya teknîkî salekê piştî bûyerê radest bike û ev kara jî kir."

Xetîbzade got: "Îranê bi hûrgilî û dirustî ketina balafira Ukraynî hilkoland û zelal kir, lê nêzîkbûna hin welatan û mudaxileya hin hêmanên îflasbûyî yên naskirî di vî karî de nîşan dide ku hin kes dixwazin vê pirsgirêkê polîtîze(siyasî) bikin û naxwazin wê çareser bikin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê li ser daxuyaniya Troika Ewropî ya li bara bernama dewleta Îranê ya zengînkirina uranyumê ji sedî 20, got: "Van welatan ne tenê erkên xwe bicîh neanîn, belkî bûn şerîk û hevkarê Amerîkayê di binpêkirina Lihevkirina Navokî de."

Xetîbzade herwiha got: Welatên Ewropî baş dizanin ku tiştê ku roja îro Îran dibarê kêmkirina pêsparteyên xwe yên li gor lihevkirina navokî dike di çarçoveya xalên 26 û 36 ya vê peymana navneteweyî de ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, di bersiva pirsa nûçegihanê Îran Press de derbarê serdana şandeya Koreyî bo Têhranê, got: "Ev seredan li gorî deynê Seul ji Têhranê re cih hat, dema ku diravê blûkebûyî yê Îranê li Koreya Başûr divê tavilê were vegerandin."

Xetîbzade di derbarê hewildana Amerîkayê bo boykotkirina Ensarullaha Yemenê jî got: "Ne dûr e ku hukûmeta amerîkî ya îflasbûyî di rojên xwe yên dawiyê de cixîzeke din ser rûyê Amerîkayê bişkîne û mîrata vî welêt jehrî bike."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha kiryara Amerîkayê ya boykotkirina Faleh al-Fayadh, serokê Heşdê Şeibî li Iraqê, şermezar kir û got: Eva ku li Iraqê serokê dezgeheke dewletî bi niyetên qirêj û nerewa ji hêla Amerîkayê tê cezakirin û boykotkirin ev nîşana rewşa nebaş a Amerîkayê li devera Rojavayê Asyayê ye.

Xetîbzade Derbarê geşedanên navxweyî yên vê dawîyê li Amerîkayê û ketina alîgirên Trump nav Capitolê ya Amerîkayê got: "Hikûmeta Amerîka ya herî bêşer bi awayê herî bêşermane Qesra Spî terk dike; Gelek xwînên bi neheqî hatine rijandin li seranserê cîhanê ji hêla rêvebirên Amerîkayê ve qewimîne û divê hukûmeta amerîkî rojekê bersiva van xwînên bi neheqî rijandina bide.

Serepeyv