Çile 08, 2021 12:22 Asia/Tehran
  • Baregeha mûşekî ya Sipahê li perravên Kendava Frasê hat nimandin

Bi amadebûna Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî baregeheke styratejîk a mûşekî ya Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li perravên Kendava Farsê hat nimandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî sibeha roja Îniyê di rêûrisma nimandina vê baregeghê da got: Mentiqa me di berevaniya ji yekparçetî û serxwebûna welêt û destkeftên înqilaba Îslamî, Bihêzbûn e.

Fermandarê giştîyê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijminên me hêza mentiqa me napejirînin, belkî pala xwe dane ser mentiqa hêzê, loma jibo pêşîlêgirtin ji sepandina vîna wan a serdestîxwziyê, tu riyek jibo xurtkirina hêza pêşgir a berevanî û êrîşker jibo me tune.

Serleşker Selamî got: Ev navend yek ji çend binkeyên ragira mûşekên stratejîk ên Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ye ku têda stûnek ji mûşek û pergalên mûşekavêtinê bi cih bûne.

 

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Ev mûşek bi dûrgihêjiya bi sedan kîlomitrî bi taybetiya nuqtejeniyê û deqîq û hêza wêrankirina gelek zêde, dikarin ji amûrên şerê elektronîk ên dijmin derbas bibin.

Serleşker Selamî her wiah got: Heke vînek di zorbêj û dijminên me da hebe,, xortên wêrek ên Îranê, dê vîna wan derdem bifetisînin.

 

 

Serepeyv