Rûhanî: Çarenûsa Trump dê baştir ji Sedam nebe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Sedam, dîktatorê rejîma beisa a Iraqê, şerê leşkerî û Donald Trump serokomarê Amerîkayê şerê aborî dijî gelê Îranê sepand, got: Çarenûsa Trump dê baştir ji Sedam nebe.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da tevî amajeya bi şerê sepandî yê rejîma beisa Iraqê dijî Komara Îslamî ya Îranê, got: Gelê Îranê di şerê leşkerî da dest dan hev û bi yekîtiya xwe Sedam têk birin.
Rûhanî tevî amajeya bi vêya ku Sedam rojekê hat darvekirin, got: Gelê Îranê bi bexwedana xwe komploya kesên ku bi pozbilindî û xurûrê li benda işkesta wî (gel) bûn, pûç kirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi işkesta Amerîkayê di civatên navneteweyî da, got: Amerîkî her carê ku dijî Îranê berê xwe dan NY û civatên navneteweyî, dostên wan ên kevn hevrêtiya wan nekirin û Ewropayê jî gotina wan nepejirand.
Rûhanî di dewama vê civînê da bi gotina vêya ku azadkirina erdên Komara Azerbaycanê di têkiliyên Têhran û Bakûyê da bibandor bû, got: Îranê û Komara Azerbaycanê jibo berhemanîna elektrîk û avê bi riya Bendava Xoda Aferînê li hev kirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi vekirina rêya hesin a Xaf-Heratê hêvîdarî kir ku ev rêya hesin bigihêje Mezar Şerîfa Efganistanê ku ji wir digihêje Asyaya Navîn û Uzbekistanê.