Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Standina heyfê ji sebebkar û kujerên Serdar Sulêmanî teqez û hetmî ye
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Kesên ku fermana terorê dane û kujerên şehîd serdar sipehbud Qasim Sulêmanî divê ku heyfa vê cinayetê ji wan were standin û ev tolhildan kengê gengaz be cih tê.
Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, îro Çarşemî, di hevdîtina bi endamên erkana lidarxistina merasima bîranîna salvegera şehîdbûna serdar sipehbud Qasim Sulêmanî, fermandarê berê yê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û malbata hêja a wî şehîdî re, Şehîd Sulêmanî wekî lehengê neteweya Îranê binav kir û diyar kir: Ji ber ku ew şehîd her dem bi gel re bû, ji bo rêzgirtina wî di salvegera şehdeta wî serdarê hêja, divê zirûfên gelanî were bikar anîn û hewldanên çandî û afirîner werin bikar anîn.
Rêberê mezin ê Înqilabê şehadeta Serdar Sulêmanî bûyereke dîrokî bi nav kir û işaret bi vê yekê kir ku ew ji bo Îraniyan bû qehremanek neteweyî, herwiha ew bû qehremanê umeta Îslamî jî û di dewamê de rêberê Înqilabê got: "Sedema ku şehîd Sulêmanî bû qehremanê neteweya Îranê û pêkateyên curbicur ên gel heta yên ku fikra kes nediçû ser wan jî pir rêz û hurmeta şehîd Sulêmanî girtin eva bû ku şehîd Sulêmanî sembola nirxên çandî yên Îranî û îranî bû.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî "egîdî û berxwedan", "zanetî, zîrekbûn, fedakarî û hevduhezî" ji taybetmendiyên şehîd Sulêmanî hesibandin û destnîşan kir: Ew şehîdê hêja herwiha merivekî manewî, dilpakî û axretî bû û qet ne durû bû.
Hz. Ayetullah Xamineyî tekez kir ku şehîd Sulêmanî hem di dema jiyana xwe de û hem jî bi şehadeta xwe îstikbar têk bir, wan û got: "Bi mîlyonan kes beşdarî merasîma oxirkirina meytên şehîd Sulêmanî û şehîd Ebû Mehdî el-Muhendis li Iraq û Îranê bûn û merasîmên jibîrnebûyî ji bo van her du şehîdan xuliqandin ku eva bû sedema heyêrîbûn û ecêbgirtîbûna generalên şerê nerm ê îstikbarê û eva sîleya yekem a muhkim bû ku li rûyê Amerîkiyan ket."
Rêberê mezin ê Înqilabê amaje bi derbek din a li amerîkiyan ket kir ku heman êrişa mûşekî ya li bingeha Amerîkî li Eyn el-Esed bû û got: Lê çalekiyek dijwartir li hemberî îstikbarê, serdestiya nerm-amûrê ya li dijî hegemonya pûç a îstikbarê ye ku ji bo vê yekê xebata ciwanên şoreşger û jêhatî ên mumin pêwîst e, her weha derxistina Amerîkiyan ji herêmê, ku hewldanên miletan û polîtîkayên berxwedanê jê re pêwîst e.