Piştgirîya dewlet, parliman û rêvebirên Iraqê ji hikma desteserkirina serokên Rejîma Sîyonîst
Dewleta Iraqê û parliman û rêvebirên sîyasî yên vî welatî piştgirî dan hikma Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya desteserkirina Benyamîn Netanyahu Serokwezîr û Yuav Galant Wezîrê Cengê yên Rejîma Sîyonîst wek cinayetkarên cengê.
Berdevkê dewleta Iraqê di daxûyanîyeke fermî da piştî hikma Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ku Serokwezîr û Wezîrê Cengê yê wêdadayî yên Rejîma SÎyonîst wek cinayetkerên cengê nas kir û ew hikma ``hikmeke dîrokî`` bi nav kir.
Basim `Ewadî herwiha got: Dewleta Iraqê ji ber helwesta wêrekane û dadmendane ya Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya derxistina hikma desteserkirina Netanyahu û Galant destxweşî li wê dadgehê kir.
Muhsin Elî- Ekber Mendelawî Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê jî di daxûyanîyekê da piştgirî da hikma Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya dijî 2 sîyonîstên cinayetkerê cengê û ji hemî welatên cîhanê xwest ku bi pabendê bicihanîna vê hikmê bin û Rejîma Sîyonîst tenê bihlêlin.
Nûrî Malikî Serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê û Serokwezîrê berê yê Iraqê jî got ku em û hemî azadîxwazên cîhanê û kesên banga mafên merivan û piştgirên parastina pergala navdewletî û dezgehên emnî û merivî bi hemî hêza xwe piştgirîyê didin vê hikma dadwerî ya wêrekane ya Dadgeha Navdewletî ya Cezayê û 21 dadwerên wê û li rex wan in.
Şêx Humam Hemûdî Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê jî di daxûyanîyekê da destxweşî li hemî dewlet, parliman, rêxistin û gelên azad û azadîxwaz ku bi hewl û zexta xwe, bûn sebeb ev hikma dadwerîyê dijî Serokwezîr û Wezîrê Cengê yê wêdadayî yên Rejîma Sîyonîst bê derxistin û ew 2 kes wek cinayetkerê cengê bên nasandin, kir.
Seyîd Emmar Hekîm Rêvebirê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî di daxûyanîyekê da amajeyî hikma Dadgeha Lahê ya desteserkirina Netanyahu û Galant kir û pêgirî kir ku ev hikma daxwaza azadîxwazên seranserê cîhanê bû.