UNRWA: Israyîlê dil heye me bêdeng bike
Serkomîserê Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NU (UNRWA) bal kişand ser cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê û hejmara personelên NY yên vê dawîyê hatine kuştin û birîndarkirin, di dîrokê da bêmînak zanî û got ku rejîma dagirker hewil dide dengên piştgirê Xezzeyê vemirîne.
Fîlîp Lazarrînî Serkomîserê UNRWAyê di hevpeyînekê di bersiva vê pirsê da ku ``gelo hûn pêwîst dibînin ku bêjin hûn ne endamê ti rêxistineke çekdar in?``, got: Pirseke baş e. Nabe hûn bêjin ku ne endamê rêxistinekê ne, divê hûn bêjin ku we ti çalakîyeke sîyasî ya aşkira tineye. Ez nikarim we neçar bikim ku tiştekî bawer bikin.``
Serkomîserê UNRWAyê got ku êrişên dijî vê ajansê tenê ne êrişa ser vê ajansê, belkî êrişa ser dezgehekê ne ku rêzgirtina li qanûnên mirovdostane yên navdewletî û fikra cîhanî ya ser bingeha qanûnê berbelav dike. Lazarrînî herwiha got: Dema şer veguhere şerê propagandê yan şerê salixîyê, wê demê asayî ye ku nûçegîhanên navdewletî ne li meydanê bin. Israyîl hela jî hewil dide dengê aşkira yê ku ji NY maye û dertê, bitemirîne û UNRWAyê bêdeng bike.