Mijdar 22, 2024 18:50 Asia/Tehran
  • Pêgirîya gelê Têhranê ser derxistina Rejîma Sîyonîst ji NY

Piştgirên Filistîn û Libnanê bi kombûneke berfire li ber nivîsgeha NY ya li Têhranê, xwestin ku Rejîma Sîyonîst ji vê rêxistinê were derxistin.

Piştgirên Filistîn û Libnanê li Têhranê bi durişman cinayetên hovane yên Rejîma Sîyonîst şermezar kirin û xwestin ku rêxistinên navdewletî pêngavên kêrhatî himber jînosayda ku rejîma dagirkerê Qudsê dimeşîne, rakin. 

Piştgirên Filistîn û Libnanê li Têhranê bi rakirina hin pankardan bêdengmayîna rêxistinên navdewletî yek ji hegerên berdewambûna cinayetên hanê zanîn û xwestin ku gelên cîhanê li ser meseleya Filistînê hişyar bin.

Piştgirên Filistîn û Libnanê li Têhranê herwiha xwestin ku Rejîma Sîyonîst ji Rêxistina NY were derxistin. 

Serepeyv