Kanûn 05, 2020 15:55 Asia/Tehran
  • Serdar Qaanî: Hêza Qudsa Sipahê parêzvan û pêşengê berfirehkirina çanda Înqilaba Îslamî li cîhana Îslamê ye

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Hêza Qudsa Sipahê parêzvan û pêşengê berfirehkirina çanda Înqilaba Îslamî li cîhana Îslamê ye.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Serdar Ismaîl Qaanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Şemiyê di rêûrisma rêzgirtin û danasîna berpirsê Nûnertiya Weliyê Feqîh li Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdaran, tevî rêzigrtina li şehîdan nemaze Salarê şehîdên Bereya Berxwedanê û Hêza Qudsê, şehîd Hac Qasim Silêmanî, Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî wek parêzvan û pêşengê berfirehkirina çanda Înqilaba Îslamî li Cîhana Îslamê da zanîn.

Serdar Qaanî tevî amajeya bi vêya ku sipehbud Şehîd Hac Qasim Silêmanî hertim bi kiryara xwe pişta mustezef û bindestên alemê digirt, got: Seranserî cîhanê rêz li kesayetiya şehîd Silêmanî girt û nîşan da ku deyndarê vê mektebê û şêwazê ye.

 

Serepeyv