Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey koça dawî ya hucet ul-islam Şehîdî
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê ji ber koça dawî ya Hucet ul-islam wel-muslimîn Seyid Muhemedelî Şehîdî, Nûnerê rehmetî yê Weliyê Feqîh li Binyata Şehîd û karên Îsargeran sersaxî da.
Hucet ul-islam wel-muslimîn Seyid Muhemedelî Şehîdî, Nûnerê rehmetî yê Weliyê Feqîh li Binyata Şehîd û karên Îsargeran ku beriya vêya bi qasî heft salan Alîkarê Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Serokê Binyata Şehîd û karên Îsargeran jî girtibû ustiyê xwe, berbanga îro Yekşemiyê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê ragihand: Amadebûn di warên cûrbecûr ên Înqilaba Îslamî û Komara Îslamî ku berpirsiyariya herî dawî li Binyata Şehîd û karên Îsargeran û xizmetkirina bo malbatên hêja yên şehîdan bû, zimhêreke manewî ya mezin e ku dê bibe sebeba bilindbûna cîgeha wî, înşaellah.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî dayîna sersaxiyê ji ber koça dawî ya Hucet ul-islam wel-muslimîn Seyid Muhemedelî Şehîdî rehmetullah eleyh bo binemala hêja û gişt dost û hevkar û yên mayî, jibo wî rehmetîyî, hêviya rehmet û lêborîna Xwedê kir.
Rehmetî Hucet ul-islam wel-muslimîn Seyid Muhemedelî Şehîdî ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî va di cîgehên cûrbecûr xizmet kir ku ji wan em dikarin eşaret bi Serokatiya eqîdetî siyasî ya Hêza asimanî ya artêşê, nûnertiya meclîsa Şêwraya Îslamî, alîkarê konsûlî û karên meclîsê yê Wezareta karên derve, Serokê beşa Lêgerînê ya Saziya Serokomartiyê û Şêwirmendiya serokê Komara Îslamî ya Îranê bikin.