Xetîbzade: Herêm ne hewcedarê çekdarên Amerîkî ye ku ewlehiya wê dabîn bike
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got herêma Asyaya rojava ji bo dabînkirina ewlehiyê ne hewcedarê çekdarên amerîkî ye.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade ji Ariana TV ya Efxanistanê re got:" Êrişa leşkerî ya Amerîkayê ser Efxanistanê destdirêjiyek eşkere û neqanûnî bû û ya ku em îro li vî welatî û herêmê dibînin mîrata xirab a êrişa leşkerî ya Amerîkî ye. "
Xetîbzade got: "Bê guman, nerîna Îranê di derbarê hukûmeta Efxganistanê ji nerîna Amerîkayê ku eva 20 sal in wekî hêzek dagîrker berê xwe dide Efxanistanê cuda ye."
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand: "Amerîka bi nehênî û dizî bêyî beşdariya dewleta Efganistanê ser pêşeroja vî welatî digel Talîban danûstandin kir; berevajî vê yekê, diyaloga Îranê bi Talîban re, bi agahdariya hikûmeta navendî ya Efxanistanê, li ser mijarên taybetî yên wekî ewlehiya tixûbên hevpar, ku beşek jê niha di bin kontrola Talîban de ye, vekirî û eşkere ye.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: "Amerîka li tu deverê bi niyet û armancên rastîn beşdar nebûye, eva di rewşekê de ye ku gel û hukûmeta Komara Îslamî ya Efxanistanê bê guman şiyana birêvebirina welatê xwe heye."