Berteka Amerîkiyan li hember terorkirina şehîd Fexrîzadeh
Di berteka terorkirina Şehîd Muhsin Fexrîzadeh de, kesayetiyên siyasî, zanistî û lêkolînî yên Amerîkî ew wek komployek ji bo pêşîgirtina li dîplomasiya bi Îranê re dan zanîn.
Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê şehîd bû.
Li gorî IRNAyê, li dû nûçeya terorkirina serokê Navenda Perwerde û Nûjeniyê ya Wezareta Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, Senatorê Demokrat Chris Murphy di berteka terorkirina şehîd Fexrîzadeh de li ser Twitterê nivîsî: Ger hedefa sereke ya vê kiryarê adtengkirina vegerîna ser Lihevkirina Navokî bibe, bê şik ev kiryara nabe sedema îmntir û ewlehtirbûna Amerîka, Îsraîl û cîhanê.
Dîrektorê berê yê CIA John Brennan jî ev terorkirina wekî kiryarek cinayetî bi nav kir û hişyarî da ku ev dikar diqewme bibe sedema tolhildana bi mirinbar û dewreke nû ya sedpêbûna şer û pevçûnan li herêmê.
Mark Fitzpatrick, rêvebirê Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk û karbidestê berê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê, roja înê nivîsî ku sedema terorkirina Fexrîzadeh ne astengkirina şiyanên leşkerî yên Îranê bû, lê hedefa wê astengkirina dîplomasî û girtina pêşiya wê bû.
Trita Parsi, çalakvanek Îranî-Amerîkî û cîgirê serokê kargêriya Enstîtuya Quincy, jî li ser vê yekê nivîsî: Armanca rastîn a terorkirina Fexrîzadeh, Joe Biden bû û mebesta wî ya vegerandina dîplomasiya digel Îranê bû.