Mijdar 23, 2020 16:46 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Bazara Têhranê di qerentîneyê da ye

Tevî pêgirî û teqeziyên zehf ên pisporan derbarê berçavgirtina navbira civakî, danîna maskeyê û şûştina berdewam a destan, lê huinek hema wisa bala xwe nadine ser.

Ji aliyê din va hinek ji kesên tûşbûyî jî pêwîstiyên qerentîneyê berçav nagirin; Leza zêde ya veguhestina Vîrûsê jî bûye sebeb ku hejmara tûşbûyiyan zêde bibe.

Li gorî vê yekê, Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê ragihand ku sînordariyên têkildarî Koronayê dê ji 21ê Mijdarê va cih bîne.

Betalkirina kar û pîşeyên nepêwîst û bazarên sergirtî, yek ji van babetan e ku Bazara Têhranê jî wek bazara herî mezin a sergirtî li bajarê Têhranê ji roja 21ê Mijdarê va bi qasî du hefteyan dê girtî be.

 

Serepeyv