Peyama sersaxiyê ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji ber wefata hucet-ul-Îslam Ceferî
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê ji ber wefata hucet-ul-Îslam seyd Yehya Ceferî peyama sersaxiyêşand.
Hz. Ayetullah Xaminêyî, Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, roja Yekşemê bi boneya wefata hucet-ul-Îslam seyd Yehya Ceferî peyama sersaxiyê ji xelkê Kerman û hogirên wî û malbata wî ya birûmet re şand, û bi bîr anî: "Salên xizmet ji gel re di berpirsiyariyên cûrbicûr û pir mijarên ruhanî û manewî, li gel safî û rastbûna di axaftin û tevgerê de, taybetmendiyên vê kesayetiya hêja û pêbawer bûn.
Hz. Ayetullah Xaminêyî, her weha ji hucet-ul-Îslam seyd Yehya Ceferî re rehm û razîbûna Xwedê teala xwest.
Rehmetî hucet-ul-Îslam seyd "Yehya Ceferî", pêş nimêjê înê û nûnerê weliyê feqîh yê berê li parêzgeha Kerman, roja şemiyê di 89 saliya xwe de, ji ber kalbûnê, piştî jiyanek bi têkoşîn di warên curbicur, yên wekî fiqahet, diyanet û xizmetkirina ji mirovan re, çû ser dilovaniya Xwedê.