Serokê koma «Ceyş el-Zulm» li parêzgeha Belucistana Pakistanê hate kuştin
Serokê koma terorîstî ya Ceyş el-Zilm (Ceyş el-Edil), ku ji hêla Komara Îslamî ya Îranê ve jî di ber teqîbatê de bû, li parêzgeha Belûçistanê ya Pakistanê hate kuştin.
Li gorî Îran Pressê, medyaya Pakistanê ragihand ku Mela Omer Şahozihî, serkirdeyê koma terorîstî ya «Ceyş el-Zulm», digel du zarokên xwe di operasyona hêzên Pakistanî de li devera Turbet ya eyaleta Belucistana Pakistanê hate kuştin.
Koma terorîst «Ceyş el-Zulm», ku endamên wê koma xwe bi navê Ceyş el-Edil didin nasandin, yek ji alîgirên komên terorîst û tekfîrî li Sûriyê ye ku xwediyê ramanên selefî û wehabî ye.
Vê komê heya nuha berpirsiyariya gelek kuştin, teror û êrişên terorîstî li parêzgeha Sistan û Baluchestan, başûrê rojhilata Îranê, nemaze êrişa terorîstî ya Zahedan, girt ser xwe.
Koma «Ceyş el-Zulm» bû berpirsê şehadeta 21 sînorvanên Îranî li Serawanê, revandina pênc sînorvanên îranî û êrişa ser otobusek ku hêzên Supaya Pasdarên Înqilaba Îslamî yên Isfehanê tê de bûn û ev koma herwiha sebebkarê şehîdkirina 27 hêzên Supaya Pasdarên Înqilaba Îslamî û birîndarkirina 13 hêzên din ên Supayê Pasdaran bû.