Rûhanî: Berxwedana gelê Îranê di şerê aborî da bi ser ketiye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî îşareta bi şerê aborî yê dijminan dijî gel got: Berxwedana gelê Îranê di heyama zêde ji du sal û nîvan şerê aborî ya kêmdîtî digel dijminên sondxwarî bi ser ketiye.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di civîna Erkantiya Hevahengiya Aborî da tevî pêgiriya li ser dewama bernameyên geşatiyê yên welêt, pêşketin û geşbûna berhemanînê û pêkhatina geşatiyê di jiyana gel û çîn û qatên kêmderhat, got: Tevî hebûna komployên dijminan, dewleta Îranê bi piştgirî û hevkariya gel rê neda ku boykotker armancên xwe yên şûm bi dest bixin û zemîneyên baştirkirina rewşa aborî ya gelê Îranê hatine dabînkirin.
Rûhanî her wiha piştî rapora Komxebata aborî ya Koronayê derbarê rewşa aborî û pirsgirêkên ku ji ber betalbûna hin kar û pêşeyan di dora nû ya sînordariyan da dê pêk bên, got: Dewleta Îranê jibo komên armanc û şîn û qatên li ber ziyanê û lawaz ku ji ber betalbûnê, dê kar û pîşeyê wan tûşî ziyanê bibe, kiryarên piştgiriyê berçav girtine.