Wezîrê Parastinê yê Iraqê hat Tehranê
Mijdar 14, 2020 17:04 Asia/Tehran
Wezîrê Parastinê yê Iraqê li gor vexwendina fermî yê wezîrê Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi taximeke derecebilind ji fermandeyên leşkerî serdana Tehranê kir.
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Enad Sedûn ku li gor vexwendina fermî yê wezîrê Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê emîr sertîp Emîr Hatemî serdana Îranê kiriye.Wê bi wezîrê Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar û rayedarên din ên siyasî û leşkerî yên ên Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêjê bike.
Mijara van gotûbêj û hevdîtinan berfirekirina hevkariyên berevan û leşkerî di navbera Îran û Iraqê ye.