Mijdar 11, 2020 13:05 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Siyaseta Îranê rêzgirtina li mafên gelan û bidawîhatina yekalîtîşopiyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê aştî û aramiya li navçeyê, rêzgirtina li mafên miletan, destwernedana li karên navxweyî yên welatan, têkoşîna dijî têrorîsmê, bidawîhatina yekalîtîşopiyê, sozdariya li soznameyan û danûstandina avaker wek siyasetên neguhêr ên Têhranê da zanîn.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna taxima Dewletê da, bi gotina vêya ku dewleta rû bi dawî ya Amerîkayê di hemî siyasetan da ji Îranê dûr ket, got: Bingeha siyaseta Îranê danûstandina kêrhatî an bi gotina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî danûstandina berfireh bi Cîhanê ra ye û ewên ku dijminatî destpê kirin, divê bixwe wê wêda daynin û her dema ku ewna dest ji siyasetên xwe yên dijminane hemberî Îranê dest bikişînin, dê rewş ciyawaz be.

Rûhanî tevî amajeya bi biryara gelê Amerîkayê jibo guhertina dewletê li vî welatî ku bi hilbijartina vê dawiyê pêk hat, got: Rayedarên niha yên Amerîkayê zêde siyaset nas nedikirin û hema bêje siyasetên dîktekirî yên tundrêyên navxweyî û Rêjîma Siyonîst cih dianîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi mijara heqîrbûna Amerîkayê di siyaseta derveyî kir û got: Amerîkî di siyaseta derveyî hatin biçûkkirin; Ji ber ku tu wextî di pêwendiyên navneteweyî da wiha nebûye ku pêşnumayekê bidine NY ku tenê bixwe û giraveke biçûk dengê xwe bidinê.

Rûhanî bi gotina vêya ku siyaseta Îranê li hemberî Amerîkayê ron û zelal e û naguhere, got: Dewleta niha ya Amerîkayê ku xewna hilweşiyana hikûmeta Îranê didît, bixwe bi awayekî pirr rezaletbar hilweşiya.

Serepeyv