Serdar Fedewî: Îrana Îslamî xwedan hêza mezin a Pêşîlêgirtinê ye
Mijdar 05, 2020 14:44 Asia/Tehran
Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Komara Îslamî ya Îranê xwedan hêza pêşîlêgirtinê ya kêm mînak û zêde ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Serdar sertîpê Pasdar Elî Fedevî, Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê bi gotina vêya ku Hêza Pêşîlêgirtinê ya Îrana Îslamî nikare bi ya berê ra were qiyaskirin, got: Êrîşa dijî Îrana Îslamî dê zirareke mezin li dijmin bide.
Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Heke dijminên Înqilaba Îslamî heta niha karek dijî Îranê nekirin, nayê vê wateyê ku naxwazin, belkî nawêrin karekî wiha bikin.