Mijdar 05, 2020 14:31 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Dewleta din a Amerîkayê dê li hemberî gelê Îranê teslîm bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vêya ku encama Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê jibo Îranê ne girîng e, got: Bêguman dewleta din a Amerîkayê dê li hemberî gelê Îranê teslîm bibe.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di merasima behrewergirtin ji qonaxa yekem a plana neteweyî ya veguhestina ava Kendava Farisê bo navçeyên kevîrî (best û beyar) yên Îranê tevî amajeya biu lidarxistina Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê got: Amerîkiyan tu riyek tune ji bilî vêya li hemberî qanûn, rêzik û zextên raya giştî û sebr û berxwedana gelê Îranê teslîm bibin.

Rûhanî bi gotina vêya ku girîng nîne delweta Amerîkayê di destê çi kes û partiyê be, got: Di 8 mehên bihurî da gelê Îranê hem Korona tehemil kiriye û hem li hemberî boykot û dijwariyan sekinî û karî dijî van hemî zextan raweste.

Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê ji nîşaneyên girîng ên serketinên gelê Îranê destpêkirina projeyên neteweyî li welêt da zanîn û got: Gelê Îranê ranaweste û li hemberî zexta çok li erdê danayne û bejnma xwe natewîne.

Qonaxa yekem a projeya şêrînkirina avê û merheleya yekem a hêla veguhestina avê ji Kendava Farsêbo besta navendî ya Îranê (Bender Ebas Sîrcan) sibeha îro destpê bû.

Bi destpêkirina vê projeyê, her rojê bi qasî 200 hezar metrên kûp av jibo mesrefên vexwarinê û pîşekariyê li parêzgehên Hormuzgian û Kirmanê, tê jixwêkirin.

 

Serepeyv