Despêbûna tedbîqata "Evîndarên Wilayetê ya 99-an" a Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê
Tedbîqat û manovra "Evîndarên Wilayetê ya 99-an" a Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li sînorên bakurê rojhilatê welêt bi serkevtin ve li dar ket.
Nûçegihanê IRIB Newsê îro ragihand: Tedbîqat û manovra "Evîndarên Wilayetê ya 99-an" a Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li sînorên bakurê rojhilatê welêt ku roj û şevekê dom dike, despê bû. Hedefa vê tedbîqatê meşq û amadekirina hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li hemberî liv û tevgerên dijminane li devera giştî ya bakurê rojavayê welêt e.
Yekîneyên beşdar ên vê tetbîqatê bi bingehsazî û nijyara nû ya Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê ku taqbûrên wê ên yên peyayên mekanîze bi hêsanî diguherin ser taqbûrên livok û êrişkar , hi bo cara duyem li vê navçê hêz û qaweta xwe nîşan da.
Di vê tetbîqata pisporî û teknîkî û taktîkî, yekîneyên muhendisî, Drone (balafirên bê pîlot) û topxanê bona hedefên diyarkirî li du qonacên şev û rojê piştgirî dan tqabûrên şerkar û êrişkar.
Di rojeke manovrê de taqbûra livok û êrişkar bi cihanîna bername û projeyên xwe gihêşte hemû hedfên ji pêş ve diyarkirî.
Emîr sertîp Kiyomers Heyderî fermandeyê hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê derbarê tedbîqat û manovra "Evîndarên Wilayetê ya 99-an" a Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li gor ferman û destûrên Fermandeyê Gişt Hêzên çekdar ên Îranê , bûye hêzeke êrişkar û pir livok bona bersivdayînalezgîn bo her liv û tevgerek.