Cotmeh 24, 2020 15:20 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îran di têkoşîna dijî Koronayê da li ser piyên xwe rawestiyaye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berçavgirtina mijarên Mafên Mirovan wek dirûşme da zanîn û got: Îran di warê têkoşîna dijî Koronayê da pişta xwe dide hêzên navxweyî.

Li gorî rapora IRNAyê, HesenRûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û beriya gotinên wîm tevî raberkirina  raporekê ji çalakiyên têkoşîna dijî Koronayê di 8 mehên bihurî da, got: Di destpêka belavbûna Koronayê da tu aliyekî nedixwest ku alavên hewce weke Kîta Têderxistina nexweşiyê,   amûra Bêhnkişandinê, îmkan û alavên ICU û heta maskeyê bide Îranê, lê bi palpiştiya kompaniyên zanistbingeh ev alav bilez hatin berhemanîn û aniha tu pirsgirêkek di vî warî da tune.

Rûhanî got: Welatên din heta di warê mijarên têkildarî Mafên Mirovan, tendurustî û dermankirin û filitandina canê mirovan pişta Îranê nagirin, gerçî ku  dirûşmeya wê didin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi vêya ku leza belavbûna Vîrûsa Koronayê 9 qatî ji destpêka belavbûan wê zêdetir bûye, got: Jibo têkoşîna dijî vê vîrûsê carê tu rêyek ji billî berçavgirtina rêzikên tendurustiyê û pêşîlêgirtinê tune.

Civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê ya Îranê roja Şemiyê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hat lidarxistin.

Li gorî ragihandina Wezareta Tendurustiyê ya Îranê hejmara giştî ya nexweşên KOVÎD-19ê li Îranê gihîştiye 562 hezar û 705 kesî.

 

 

Serepeyv