Cotmeh 14, 2020 14:07 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Boykota 10 salî ya zalimane dê roja Yekşemiya tê bê rakirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku 18ê Cotmehê, roja bidawîhatina boykota çekdarî li ser Îranê ye, destnîşan kir ku boykota 10 salî ya zalimane ya çekdariyê, dê roja Yekşemiya tê bê rakirin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro Çarşemî di civîna Taxima Dewletê bi gotina vêya ku Têhranê çar salan li ser vê mijarê bi Amerîkariya ra cengiya, got: Ev çar sal in ku Amerîka hewilê dide rakirina boykotên zalimane yên çekdariyê ji ser Îranê neqewime, lê 18ê Cotmehê dê careke din Amerîka têk biçe.

Rûhanî bi gotina vêya ku rakirina boykotên zalimane yên çekdariyê ji ber berxwedana gelê Îranê ye, got: Ji roja Yekşemiyê va Îran dikare ji her aliyekî ku bixwaze çekan bikire û çekan bifiroşe her aliyekî ku bixwaze.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi têkçûnên li pey hev ên Amerîkayê, got: Amerîka di hemî babetan da ji wan li hemberî gelên Îran, Filistîn, Iraq û Sûriyê têk çûye û tu serketinek bi dest nexistiye.

Rûhanî her wiha bal kişande ser cinayetên Amerîkayê li navçeyê ji wan li welatên Efganistan, Iraq û Sûriyê û got: Amerîkaya ku îdia dikir hatiye DAIŞê li navçeyê ji nav bibe, giştna dît ku nekarî karekî bike û ev gelê fedakar ê Iraq û Sûriyê û têkoşerên me bûn ku şer kirin û DAIŞ ji nav birin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi tevdîrên dewletê jibo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê û got: Di meha dawî da derfirotina ne-petrol a Îranê pêka heyama meha pêştir, sedî 25ê zêde bûye û ev pêvajoya hilkêş destpê bûye.

Rûhanî bi gotina vêya ku daxwaza sermiyandanînê li Îranê di şeş mehên bihurî da li bercî vê heyamê di sala par da sedî 37ê zêde bûye, got: Gel û berpirsên Îranê li kêleka hevdu, ji bilî têkdana dijminan, dê di berhemanîn û çalakiyên aborî û têkoşîna dijî Koronayê da jî bi ser kevin.

 

 

Serepeyv