Zerîf dê sibe Îniyê biçe Çînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320234-zerîf_dê_sibe_Îniyê_biçe_Çînê
Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê dê roja Îniyê berê xwe bide Çînê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2020 14:19 Asia/Tehran
  • Zerîf dê sibe Îniyê biçe Çînê

Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê dê roja Îniyê berê xwe bide Çînê.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Pêncşemiyê got: Di dewama şêwirînên nêzik ên Komara Îslamî ya Îranê û Çînê, Wezîrê karên derve yê Îranê bi mebesta hevdîtina bi Wang Yî endamê Konseya dewletî û Wezîrê karên derve yê Çînê, dê roja Îniyê, 9ê Cotmehê berê xwe bide vî welatî..

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destûrkara vê seferê şêwirîna derbarê alûgorên navneteweyî, navçeyî û berfirehkirina pêwendiyên dualî da zanîn û got: Du welat di warên girîng mîna têkoşîna dijî yekalîtîşopiyê û destwerdana Amerîkayê di karên navxweyî yên welatên din da hevnêrîn in.