Rûhanî: Wehm û hisabên xelet ên Sedam îro rojê ji aliyê Amerîkayê va tên dubarekirin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi şerê aborî yê Amerîkayê li dijî Têhranê, wehm û hesabên xxelet ên desthilatdarên Koşka Sipî weke kiryarên rejîma Sedam da zanîn ku bû sebeb jinavçûna wê.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna Taxima Dewletê da "Wehm û hesabên şaş" hokara sereke ya êrîşa rejîma Sedam li ser Îrana Îslamî da zanîn û destnîşan kir: Sedam bi van wehm û hesabên şaş, riswa bû û xwe ji nav bir û yek bi yekê piştgirên wî yên navçeyî hatin û poşmaniya xwe anîn ziman.
Rûhanî bi gotina vêya ku îro jî tam heman wehm û xeyal ji aliyê desthilatdarên Koşka Sipî va tên dubarekirin, got: Dewleta Amerîkayê di du salên bihurî da bi heman wehm û hesabên şaş, şerekî aborî yê giştalî destpê kiriye ku encama wî tam diyar e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi serneketinên Amerîkayê li Konseya Ewlehiyê û NY li dijî Têhranê got: Îro heybeta Amerîkayê û hêza ku fikir dikir li cîhanê heye, hilweşiyaye.
Rûhanî bi gotina vêya ku gelê Îranê bi berxwedanê di heyama heşt sala Berevaniya Pîroz da ji hêla leşkerî û berevaniyê va serketineke mezin a dîrokî pêk anî, got: Îro jî gelê Îranê serketina mezin a siyasî, mafdarî û dîplomasiyê bi dest xistiye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bawer û berxwedana gel hokara serketina duh û îro ya gelê Îranê da zanîn û got: Komara Îslamî tu wextî tu şerek destpê nekiriye û gelê Îranê di vî şerê aborî da jî dê bi berxwedana xwe bi ser keve.