Text Rewançî: Moleta diyarkirî ya Amerîkayê derbas bû û boykot venegeriyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i319688-text_rewançî_moleta_diyarkirî_ya_amerîkayê_derbas_bû_û_boykot_venegeriyan
Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY tevî amajeya bi îdiaya Amerîkayê jibo vegeriyana boykotên betalbûyî yên Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY, destnîşan kir: Moleta sexte ya Amerîkayê derbas bû û boykot venegeriyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 20, 2020 04:50 Asia/Tehran
  • Text Rewançî: Moleta diyarkirî ya Amerîkayê derbas bû û boykot venegeriyan

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY tevî amajeya bi îdiaya Amerîkayê jibo vegeriyana boykotên betalbûyî yên Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY, destnîşan kir: Moleta sexte ya Amerîkayê derbas bû û boykot venegeriyan.

Mecîd Text Rewançî, Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY roja Yekşemiyê di twittekê da nivîsî: Helwêsta welatên endamê Kosneya Ewlehiyê ya NY hema wisa ev e ku Amerîka endamekî Peymana Atomî nîne, loma îdiaya Mekanîsma Kişokê (Mekanîsma Maşeyê) redkirî û netêkildar e.

Text Rewançî bi gotina vêya ku Amerîka hema wisa Peymana Atomî û Biryarnameya 2231ê binpê dike, got: Ev kiryarên Amerîkayê ku li dijî tevgerên navneteweyî ne, tenê dibin sebeb ev welat zêdetir bikeve tecrîd û tenêbûnê.

Amerîka ku 8ê Gulana 2018an ji Peymana Atomî derket, di 20ê Tebaxa 2020î bi raberkirina danezanekê bo Konseya Ewlehiyê ya NY bi îdiaya binpêkirina bingehîn a Peymana Atomî ji laiyê Îranê va, îdiaya vegeriyana xwebixwe ya boykotên navneteweyî li dijî Îranê ji 20ê Îlona 2020î kir.