Mûşeka xwecihî ya Şelemçeyê di Şerezmûna Zolfeqar-99 a Artêşa Îranê da hat avêtin
Mûşeka baştirkirî ya şelemçeyê ya Hêza Bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê di Şerezmûna Zolfeqar-99 da, di bin rêveberiya operasiyonî ya Biryargeha Bergiriya asimanî da karî armanca dijmin têk bibe.
Qonaxa sereke ya Şerezmûna hevpar a Zolfeqar-99 a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi sirra "Ya seyid ul-Şuheda" û dirûşmeya "Ewlehiya mayînde bi saya Iqtidara Berevaniyê" li başûrê Îranê destpê bû.
Qonaxa sereke ya Şerezmûna (meşa şêrr) hevpar a Zolfeqar-99 bi amadebûna hin yekîneyên Hêza deryayî, hewayî, pedafend û hêza bejahiyê ya Artêşa Îranê li navçeyeke bi berfirehiya du miliyon kîlomitrên çarkunc li nav avên rojhilata Tengava Hormuzê, peravên Mukranê, Deryaya Omanê û bakurê Oqyanûsa Hindê heta xolgeha 10 derece ya bakur ji îro Pêncşemiyê va destpê bû û dê heta sê rojan were domandin.
Li gorî rapora beşa pêwendiyên giştî ya Artêşê, Firokeya dijmin ku wek armanceke bi leza zêde û di bilindahiya zêde da difirî û dil hebû têkeve navçeya gelemperî ya şerezmûnê (meşqa şêrr), ji aliyê pergalên radarî yê di bin kontrola biryargeha Bergiriya asimanî ya Xatem ul-Enbiya (S) da hat vedîtin û bi mebesta şopandin û jinavbirinê, pergala bergiriya xwecihî ya Hêza Bergiriya asiamnî ya Artêşa Îranê kete tevgerê û karî bi avêtina serketî ya mûşeka erd bi asiman a Şelemçeyê, bêxe xwarê.