Îlon 06, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Seredana wezîrê parastinê yê Hindustanê bo Tehranê ji bo berfirekirina hevkariyên leşkerî û ewlehiyê

Wezîrê parastinê yê Hindustanê Racnat Sîng îro yekşemê sefera Tehranê kir ji bo gotûbêja bi rayedarên derece bilind ên îranî bi taybet ên leşkerî û ewlehiyê re di çarçova berfirekirina hevkariyên leşkerî û ewlehiyê yên du welatan de.

Racnat Sing  piştî ku gihêşte Tehranê bi wezîrê parastinê yê Îranê emîr sertîp (orgeneral) Emîr Hatemî re hevdîtin pêk anî û pê re ser mijarên curbicur ên derbarê navçê û hevkariyên dualî û navneteweyî gotûbêj kir.

Berfirekirina hevkariyên leşkerî û berevaniyê, rawestan û şerê li dijî terorîsmê û rawestana li ber qaçaxa madên hişber, rawestana li ber gef û tehdîdên hevbeş ên li dijî du welatan û lidarxistina tetbîqat û manovrên hevbeş ji wan mijaran in ku di vê serdana wezîrê parastinê yê Hindustanê bo Tehranê de tên hilkolandin û şopandin.

Berfirekirina hevkariyên çendalî yên berevaniyê di çarçova hedefên Komara Îslamî ya Îranê yên ji bo damezrandina aştî û ewlehiyê li navçê de cih digire. 

Komara Îslamî ya Îranê ji bo vê hedefê manovr û tetbîqatên hevpar bi welatên navçê re li deryaya Omanê û Oqyanûsa Hindê li dar têxe.

Komara Îslamî ya Îranê herwiha di çarçova berfirekirina hevkariyên leşkerî li mijarên zanistî-perwerdehî, veguhestina agahî û azmûnên bidestxistî di warê şerê li dijî terorîsmê, diziya deryayî û hawargihandina de di nav avên navçê de pêşniyarên girîng ji rayedarên Hindustanê re pêşkêş kirine ku ji aliyê wan ve hatine pêşewazîkirin.

Serepeyv