Xetîbzade: Çavkaniya berxwedana Îranê li hemberî serdestxwaziyê, Çanda Aşûrayê ye
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade çavkanî û koka berxwedan û rawestana qahêm a Komara Îslamî ya Îranê li hemberî serdestxwazî û deshilatê çanda Aşûrayê da zanîn.
Sibê roja yekşemê hevdemê roja dehem a Muherema 1442 Koçî Heyvî hevgavê 30 Tebaxa 2020, wek roja Aşûrayê û salroja şehîdbûna salar û pêşewayê şehîdan Hz. Îmam Huseyn (S) îmam sêyem ê şîeyên cîhanê ye.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Xetîbzade îro li peyameke Twitterê de desnîşan kir : Aşûra bi tenê rojeke dîrokî nîne, belkî ew hilbijartineke berdewam e ji nav heq û neheqiyê, hilbijartineke ji nav şeref û bêşerefiyê, serbilindî û rezîltiyê û hilbijartineke ji nav azadî û neçariyê.
Xetîbzade desnîşan kir rawestan û berxwedana cidî ya netewê Îranê li ber serdestxwazî û deshilatdariyê, çavkanî û kokeke xwe ya qahêm heye ku ew çanda Aşûrayê ye û ti qawetek herqas ku zalim jî bibe nikare vê yekê ji netewê ku bona fidakariyê amade ye bistîne.