Ruhanî: Dewlet amade ye bi hevkariya meclisê ji bo pêşvexistin û avakirina welêt bixebite
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i317653-ruhanî_dewlet_amade_ye_bi_hevkariya_meclisê_ji_bo_pêşvexistin_û_avakirina_welêt_bixebite
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî li civîna îro ya desteya wezîran razîbûna xwe derbarê îmzabûna rêketinnamê di navbera Bunyada Şehîd û Cangoriyan û Wezareta Rê û Bajarçêkirinê ji bo çêkirina 12 hezar dest malan ji bo malbatên şehîd û cangoriyan diyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2020 18:56 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Dewlet amade ye bi hevkariya meclisê  ji bo pêşvexistin û avakirina welêt bixebite

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî li civîna îro ya desteya wezîran razîbûna xwe derbarê îmzabûna rêketinnamê di navbera Bunyada Şehîd û Cangoriyan û Wezareta Rê û Bajarçêkirinê ji bo çêkirina 12 hezar dest malan ji bo malbatên şehîd û cangoriyan diyar kir.

Ruhanî di dewamê de desnîşan kir: Malbatên şehîd û cangoriyan, sermaya herî hêja û giranbihaya xwe pêşkêşî Înqilab û welat kirine vêca xizmeta herî zêde ji bo van ezîzan wezîfeya eşkeraye me ye.

Di dewamê de desteya wezîran hin pêşniyarên dezgeh û rêxistinên birêveberiyê hilkolandin û ew pejirandin. Zêdekirina par û pişkên floata (avbazîna) azad a kompaniyên ser bi dezgehên birêveberiyê  li bazar sarmaya dewletê ji bo hedefa birêxistinkirina rewşa bazara sermayê  di vê rewşê ku bikirên par û pişkan zêde bûye, hat pejirandin. eva riyeke dabînkirina çavkaniyên malî ji dewletê re ye. Li gor vê biryarê gişt teşkîlat û rêxistinên birêveberiyê wezîfedar in di vê çarçovê de hevkariya wezareta karûbarên aborî û daratiyê bikin bona zêdekirina van par û pişkan.