Çile 05, 2020 17:30 Asia/Tehran
  • Senatorê emerîkî: Êrişa Emerîkayê ser navendên çandî cinayeta cengê ye

Senatorê emerîkî, gotinên şerxwazane yên serokkomarê Emerîkayê derheq êrişa ser navendên çandî yên Îranê cinayeta cengê da zanîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Krîs Morsî, senatorê demokrat ê emerîkî roja yekşemiyê weke berteka li hember gefa Donald Trump serokkomarê vî welatî li bara êrişa ser navendên çandî yên Îranê li twîterê nivîsî: Êrişa ser xelkê sivîl û navendên çandî hema ev kiryar in ku terorîst dikin. 

Donald Trump li devojeniyên xwe di twîterê de îdia kir: Ger Îran li berteka li hember cinayeta eskerên emerîkî li terora serdar Qasim Sulêymanî, fermandê hêza  Qudsê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî êrişî ser armanc û berjewendiyên Emerîkayê bike, Waşengton  dê êrişî ser 52 navendên dîrokî û çandî bike. 

 Huseyn Selamî, fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roja şemiyê weke berteka li hember kiryara terorîstî ya Waşengtonê li şehîdkirina Qasim Sulêymanî hişyarî da. Terora serdar Sulêymanî dê tolhildana  stratejîk bi dû xwe re bîne ku bê guman dê dawiyê bide mayîna Emerîkayê li navçê.