Iraqçî: Xurtkirina oranîyomê mafê Îranê ye û Têhran di vî warî da ciddî ye
May 28, 2025 19:21 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku xurtkirina oranîyomê mafê gelê Îranê ye û dîyar kir: Em di mijara xurtkirina oranîyomê da ciddî ne û ti henekê me tineye.
Seyîd Ebbas Iraqçî dîyar kir ku di dema seredana Serokomarê Îranê ya Ummanê da, bi rayedarên vî welatî ra basa muzakireyên Îran û Amerîkayê jî hatîye kirin û got: Asayî ye ku rawêjkarî û danuistandin pêk were, lê ev seredan di esasê da ne ji bo muzakireyên e.
Wî herwiha got: Helbet xurtkirina oranîyomê ji bo karên biaştî mafê gelê Îranê ye û em berevanîya vî mafî dikin, lewma alîyê muzakirê divê biryar û rêya xwe di vî warî da destnîşan bike.