-
Guleşta Ferengî ya Qaremaniya Cîhanê; Ferdîn Hidayetî mîdala zêr bi dest xist
Çirî 26, 2026 14:02Ferdîn Hidayetî, guleştgirê îranî yê di kêşa 130 Kîlogiremê ya Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Qaremaniya Cîhanê li Qezaqistanê, mîdala zêr bi dest xist.
-
Zanîngeha Ûrmiyê Xelata Netewî ya Soreyayê bir
Çirî 25, 2026 17:49Zanîngeha Ûrmiyê di sêyemîn Mêhricana Wergirtina xwendekarên Biyanî ya Navdewletî li Îranê, wekî zanîngeha şayanî pesindayînê ya welêt hat nasandin û karî Xelata Netewî ya Soreyayê werbigire.
-
Xebata karwana Îranê di Lîstikên Para-asyayî yên Nagoyayê da bi bidestxistina pileya şeşem bi dawî hat
Çirî 24, 2026 19:16Karwana werzişî ya Îranê bi bidestxistina 102 mîdalên cûrbecûr, xebata xwe di Lîstikên Para-asyayî yên Nagoyayê da bi dawî anî û li pileya şeşem a xişteya rêzkirina mîdalan a van pêşbirkan cî girt.
-
Werzîşkarên Îranê di Lîstikên Para-asyayî yên Nagoyayê da xweş derketin
Çirî 21, 2026 19:44Karwana werzîşî ya Îranê di Lîstikên Para-asyayî yên 2026an ên Nagoyayê da, bi bidestxistina mîdalên zêr û hilkişiyana bo fînalê, rojeke geş li pey xwe hiştin.
-
Pêşbirkên Para-asyayî yên Nagoyayê; Heqîqetşinas mîdala zêr a paratakwandoyê wergirt
Çirî 20, 2026 17:11Emîr-Mihemed Heqîqetşinas teknîkîtirîn paratakwandokarê Asyayê di pêşbirkên sala 2026an a Mixolistanê da, di pêşbirka fînalê ya kêşa bin 70 kîloyan a Lîstikên Para-asyayî yên Nagoyayê da li himber “Şûnske” ji Japonyê çû meydanê û bi serkevtina di du gerrên li pey hev da mîdala zêr wergirt.
-
Guleşta azad a Îranê li Amerîkayê bi îqtidar bû qareman
Çirî 19, 2026 16:52Tîma neteweyî ya guleşta azad a bin 23 salî ya Îranê, bi bidestxistina 4 mîdalên zêr, zîvek û 4 bronzan û bi giştî 180 puenan, bi îqtidar bû qaremana pêşbirkên cîhanî li Las Vêgasa Amerîkayê.
-
23 lêkolerên Zanîngeha Kurdistanê ya Îranê di lîsteya sedî 2 ya zanyarên herî baş ên cîhanê da cî girtin
Çirî 13, 2026 18:4523 kes ji endamên desteya zanistî û lêkolerên Zanîngeha Kurdistanê li Sineyê li gorî daneyên bingeha weşanê ya Elsevierê (Êlzêviyêr) û Zanîngeha Stanfordê di lîsteya sedî 2 ya zanyarên herî baş ên cîhanê da cî girtin.
-
ٰPêşbirkên Qaremanîya Asyayê; Tîma Bezê ya Guhgiranên Îranê di rêza duyem da cî girt
Çirî 10, 2026 14:36Tîma Bezê ya Guhgiranên Îranê bi bidestxistina 12 mîdalan di rêza duyem a Pêşbirkên Qaremanîya Asyayê da cî girt.
-
Lêkolerekî kurd mîdala zêr a pêşbirkên dahênanê di Hişê Çêkirî da li Krowasîyê wergirt
Çirî 08, 2026 21:28Dr. Hamid Mihebbetî lêkoler û dahênerê kurd karî mîdala zêr a pênciyemîn dewra pêşangeh û pêşbirkên navdewletî yên afirandin û dahênanê ya INOVA 2026’ê li Krowasîyê bi dest bixe.
-
Li Zanîngeha Îlamê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin
Çirî 07, 2026 19:14Zanîngeha Îlamê bi awayekî fermî vekirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya ji bo sala nû ya akademîk ragihand.