Pêşbirkên azad ên tekwandoyê; Nûnera Îranê bû qareman
Tîrmeh 21, 2026 18:12 Asia/Tehran
Nûnera kêşa+73 kg a Îranê di pêşbirkên azad ên tekwandoyê ya Koreya başûrî de, mîdala zêr bi dest xist.
Hena Zerîn Kemer, endama tîma neteweyî ya Îranê ya kêşa +73 kg di pêşbirkên azad ên tekwandoyê ya Koreya başûrî de piştî dewreke bêhnvedanê bi serkeftina li himberî Çîn Nay ji Çîn Taypê û bi serkeftina li himberî nûnera Koreya başûrî, derbasî qonaxa faynalê bû û bi serkeftina li himberî nûnera Çînê derket pileya qaremaniyê û mîdala zêr bi dest xist.