Zimanên kurdî, çerkesî, ermenî û suryanî li Tirkiyê li ber gefê ne
Seroka Sendîkaya Karmendên Perwerdehiyê ya Izmîrê, bi rexneya ji kêmbûna xebatkarên di beşa perwerdehiyê de, bedxwerina berfireh a xwendevanan û nebûna şert û mercên ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê, rewşa dibistanên vê navçeyê dilnîgerankir wesif kir.
Hevgavê bidawîhatina betlaneya nîvê sale û vegeriyana nêzî 16 mîlyon xwendevanan li Tirkiyê ser polên xwendinê, Zelîxa Danîlî, seroka Sendîkaya Karmendên Perwerdehiyê li Izmîrê, li ser pirsgirêkên perwerdehiyê got: Pirsgirêkên nijyarê hîna hene û dewsa çareserkirina meselên bingehîn, siyasetên îdêolojîk ketine ewlewiyetê.
Wî amajeyî girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê kir û got: Zimanên wek kurdî, çerkesî, ermenî û suryanî li Tirkiyê li ber gef û xeterê ne. Seroka Sendîkaya Karmendên Perwerdehiyêli Izmîrê, herwiha got: Perwerdeya bi zimanê dayîkê him ji hêla çandî û him ji hêla perwerdehiyê ve pêwîst e. Zarokên ku bi zimanê xwe dersê naxwunin, anegorî kesên ku bi zimanê fermî dixwunin, derengtir dikevin pêvajoya hînbûnê. Ev yeka dibe sedem ku zarok mijaran bi zehmetî fêm bikin û ji hêla xwendinê ve para bikevin û dibe sedema newekheviya civakî.