Guwardiyola: Ez li pişta Filistnê me
Serrahênerê tîma Mençêstêrsîtî got: Ez eşkere viya ji giştan re dibêjim, Ez ne bêalî me, ez li pişta Filistînê me. Ez li pişta mezlûman sekinîme û Îro mezlûm Filistîn e.
Çalakvanên alîgirê Filistînê li Barsêlonayê di merasîmek sembolîk de, tabloyeke mezin bi wêneyê keça şehîd a Filistînî Hind Receb danîn, ku du sal berê ji aliyê artêşa dagirker a siyonîst ve li Xezzeyê hate şehîdkirin. Di vê merasimê de, Pêp Guwardiyola serrahênerê Mençêstêrsîtiyê ragihand ku kesên xwedî hê ên cîhanê tirsonek in û li hember cinayetên rejîma siyonîst bêdeng mane û got: Îro ez hîs dikim ku gelê Filistînê ji aliyê civaka navdewletî ve hatine bi tenê hiştin û hatien paşguhkirin û ez vê bêdengiyê şermezar dikim.
Guwardiyola tekez kir ku pêdivî ye ku cîhan êdî li hember van cinayetên rejîam siyonîst bêdeng nemîne ku mirovahî di cîhana me de winda nebe.