Real Madrîdê xatirxwestineke çaverênekirî ji Kupa Yekalîker kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i357936-real_madrîdê_xatirxwestineke_çaverênekirî_ji_kupa_yekalîker_kir
Tîma fûtbola Real Madrîdê bi şikesta li hember hevrikek ji La Lîga-2'ê, bi awayekî pêşwext û çaverênekirî xatir ji KUpa Yekalîker a Spanyayê xwest.
(last modified 2026-01-15T10:11:05+00:00 )
Çile 15, 2026 07:39 Asia/Tehran
  • Real Madrîdê xatirxwestineke çaverênekirî ji Kupa Yekalîker kir

Tîma fûtbola Real Madrîdê bi şikesta li hember hevrikek ji La Lîga-2'ê, bi awayekî pêşwext û çaverênekirî xatir ji KUpa Yekalîker a Spanyayê xwest.

Berbanga îro di pêşbirkeke qonaxa heşt yeka dawiyê ya 'Copa del Rey'ê (Kupa Yekalîker a Spanyayê), Real Madrîda qeyranlêketî bû mêvana tîma Albastê ku di La Lîga-2'ê dilîze û bi encama 3-2 derda vê tîmê û bi vî awayê ji van pêşbirkan hat wêdadayîn.

Çend roj berê bi şikesta li hember Barselonayê di Fînala Sûper Kupê, Alûnso serrahnerê vê tîma binavûdeng hat wêdadayîn.