Amadetiya Îranê ji bo berfirehkirina hevkariyên cîhanî di warê geştyariyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i357010-amadetiya_Îranê_ji_bo_berfirehkirina_hevkariyên_cîhanî_di_warê_geştyariyê_da
Li rex bîst û şeşemîn komcivîna giştî ya Rêxistina Geştyariyê ya Cîhanî li Riyazê, Wezîrê Mîrata Çandî yê Îranê digel Sekretera Giştî ya nû yê Rêxistina geştyariyê ya Cîhanî ya NY'yê hevdîtin pêk anî û teqezî li ser berfirehkirina hevkariyan, pêşxsitina geştyariya mayînde û çandî û zêdekirina danûstanên navneteweyî di warê mîrata çandî da kir.
(last modified 2025-11-10T08:01:55+00:00 )
Tesrîn 10, 2025 12:15 Asia/Tehran
  • Amadetiya Îranê ji bo berfirehkirina hevkariyên cîhanî di warê geştyariyê da

Li rex bîst û şeşemîn komcivîna giştî ya Rêxistina Geştyariyê ya Cîhanî li Riyazê, Wezîrê Mîrata Çandî yê Îranê digel Sekretera Giştî ya nû yê Rêxistina geştyariyê ya Cîhanî ya NY'yê hevdîtin pêk anî û teqezî li ser berfirehkirina hevkariyan, pêşxsitina geştyariya mayînde û çandî û zêdekirina danûstanên navneteweyî di warê mîrata çandî da kir.

Seyîd Reza Salihî Emîrî di vê hevdîtinê da bal kişande ser cîgeha berçav a Îranê di warê geştyariyê da û got: Komara Îslamî ya Îranê bi zêdetirî yek miliyon şûnwarên dîrok yên naskirî û 29 şûnwarên tomarkirî di asta cîhanê da, ji welatên nasyar di warê mîrata mirovahiyê ye. Me li bernameya pêncsalî ya geştyariya welêt da, bi awayekî cidî zêdekirina duqatî ya hejmara geştyaran û berfirehkirina binesaziyên niştecîbûn û xizmetan kiriye armanc.

Şêxe Nasir Ennewayîs jî tevî diyarkirina sipasiya xwe ji piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji berendambûna wê, got: Îran welatekî xwedan şaristaniyeta kevnar û çandeke dewlemend e ku gelek şûnwarên xwe yên balkêş ên dîrokî û xwezayî hene. Berfirehkirina hevkariya bi Îranê ra dikare alîkariyê bide bo bihêzkirina geştyariya navçeyê û danasîna rastiya bedew a Îranê bo cîhanê.