Bila tîmên Rejîma Sîyonîst ji rikeberîyên werzişî yên cîhanî bên wêdadayîn
Tebax 10, 2025 14:27 Asia/Tehran
Silêman Ubeyd kapîtan û lîstikvanê berê yê tîma futbola Filistînê di encama êrişa Rejîma Sîyonîst da hat şehîdkirin.
Silêman Ubeyd futbolîstê navdar ê tîma futbola Filistînê dema çaverêtîya ji bo wergirtina xwarekê li başûra Zîvala Xezzeyê da hat şehîdkirin.
Firançêska Albanîz Raportera Mafên Merivan a NY wek berteka himber şehîdkirina futbolîstê filistînî di peyameke bi rêya şebekeya civakî ya X`ê da xwest ku tîmên Rejîma Sîyonîst ji rikeberîyên werzişî yên navdewletî bên derxistin.